Li Derayê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Çekdarên nenas li gundewarên Derayê di bûyerên cuda de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê kuştin.

Li Derayê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
26 îlon, 2023   09:17

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dema leşkerekî şaxê leşkertyê ya girêdayî hikumeta Şamê berê xwe dida karê xwe yê li gundê Qerfa ya bakurê Deryayê ji hêla çekdarên nenas ve bi guleyan hate kuştin.

Li Xariye Şerqiye yê Derayê leşkerekî berê yê hêzên hikumeta Şamê ji hêla çekdarên nenas ve hate kuştin.

Li gorî SOHR′ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 385 rewşên tevliheviya ewlehî bi rê û rêbazên cuda hatin belgekirin, di encamê de 308 kes hatin kuştin, piranî ji hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê ne.

(fr)