Li Hesekê 4 diz hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê toreke dizan a ji 4 kesan ku mal û milkên welatiyên Hesekê didizîn, girt

Li Hesekê 4 diz hatin girtin
26 îlon, 2023   08:22

Di vê dawiyê de diziya çenteyan bi rêya motorsîklêtan li Hesekê pir bûye. Ji ber wê welatî aciz û tengav bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî, tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û toreke dizan girt.

Çavkaniyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji nûçegihana me re aşkera kir ku tora dizan a ji 4 kesan pêk tê girt û ew çente û telefonan ji hundirê Hesekê didizin.

Heman çavkanî diyar kir ku lêpirsîn bi endamên tore re berdewam e da ku endamên din werin girtin. Piştî lêpirsînê dê ew diz radestî serdozgeriya giştî bê kirin.

(şx)

ANHA