​​​​​​​Seyîd Evran û Aslan Qamişlo wê sibe bên oxirkirin- HAT NÛKIRIN

Rojnamevan, nivîskar, şoreşger û lêgerê heqîqetê Seyîd Evran ku ji ber nexweşiya dil şehîd bû û yek ji fermandarên YPG’ê Aslan Qamişlo ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, wê sibe bi awayekî girseyî ber bi bêdawîbûnê ve bên oxirkirin.

​​​​​​​Seyîd Evran û Aslan Qamişlo wê sibe bên oxirkirin- HAT NÛKIRIN
26 îlon 2023   06:11

Rojnamevan Seyîd Evran ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê, lêgerîna heqîqetê û ragihandina rastiyan de derbas kirin, 22’yê îlonê ji ber nexweşiya dil şehîd bibû.

Yek ji fermandarên YPG’ê Aslan Qamişlo jî 17’ê îlonê di encama êrîşa balafirek bê birov a biçek a dewleta Tirk a dagir de li Qamişlo şehît bibû.

Cenazeyê têkoşerê pênûsa azad Seyîd Evran û Aslan Qamişlo wê sibe (27’ê îlonê) bi awayekî girseyî ber bi bêdawîbûnê ve bên oxirkirin.

Bernameya merasîmê ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ve tê organîzekirin, wê saet di 11.00’an de ji ber morga bajarê Qamişlo destpê bike. Cenazeyên Şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo wê ji vir bên wergirtin û li ser milan bi meşê bibin Goristana Şehîd Delîl Saruxan.

Piştî meşê wê li goristanê merasîm pêk were û cenazeyan bispêrin axê.