Rewşa dawî ya başûrê Sûriyeyê û serdana Sûidiye ji bo Ramallayê di rojeva rojnameyên erebî de bûn

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, behsa rewşa parêzgeha Siwêda ya Sûriyeyê, rewşa Sûdanê û geşedanên li Siûdiye kir.

Rewşa dawî ya başûrê Sûriyeyê û serdana Sûidiye ji bo Ramallayê di rojeva rojnameyên erebî de bûn
25 îlon 2023   08:20

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa parêzgeha Siwêdayê nûçeyek bi serenav “Fişarên li ser xelkê Siwêdayê” nivisî. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku di roja 35`an de hikumeta Şamê fişarê li şêniyên parêzgehê kir. Kehrebe ji ser bajêr û taxên wê qut kir û hinek tevliheviya ewlehiyê çêbûn.

Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê daxwazên şêniyan paşguh dike û yekşemê ragihand ku ji ber pirsgirêkekê di xeta kehrebeyê de ya başûrê Sûriyeyê, kehrebe qut bûye. Li bajêr tevliheviyên ewlehiyê, di asteke nizm de berdewam in. Hîna dûrahiyên wê diyar nebûne. Kesên nenas, bombeyek avêtin nêzî nexweşxaneya El Mezra ya bajêr. Lê belê çavkaniyan got îhtîmal heye saziyên ewlehiyê dixwazin tevliheviyê çêkin da ku tirsê bixin nav şêniyên bajarê serhildar.

Li gor rojnameyê çavkaniyan got: “Saziyên ewlehiyê bi tevahî rêbazan hewl didin, fitne û tirsê di nava şêniyên serhildêr de belav bikin. Jiyanê li wan tengav bikin. Bi rêya dirêjkirina saetên qutkirina kehrebeyê. Lêpirsînê bi kesên ji derveyî parêzgehê bi xwepêşandêran re têkiliyên wan hene, çêkin û gelek rêbazên din.”

NAMEYA BURHAN A JI BO DYA`YÊ

Têkildarî kar û barên Sûdanê rojnameya El Ereb îşaret pê kir ku El Burhan ji serdana xwe ya ji bo Kievê û hevdîtina bi Zelensky re, dixwaze vê peyamê bide ku ew amade ye li herêmê bibe zilamê rojava bi taybet yê DYA`yê heke di aliyê leşkerî de li ber xwe bide. Li beramber wê piştgiriya wî di şerê wî de bikin da ku li hember hêzên Piştevahiya Lezgîn bi ser keve.

ŞANDEYEKE SIÛDÎ DIÇE RAMALAYÊ

Rojnameya El Hura ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî filistînî nivisî ku tê payîn ku şandeyeke siûdî vê hefteyê li Ramalayê serdana serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas bike. Rojnameyê, ev serdan bi hewldanên dîplomsiyê ve yên normalîzekirinê di navbera Îsraîl û Siûdiye de girêdayî. Rayedarê filistînî ku Reutres`ê navê wî aşkera nekir got; nûnerê Siûdiye yê ji bo Desthilata Filistînê Nayif El Sudêrî serkêşiya şandeyê dike ku hefteya borî hatibû erkdarkirin.

(şx)