Însiyatîfa Gel banga tevlibûna çalakiya konvedanê kir
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê bang li tevahî pêkhateyên kantona Hesekê kir ku bi girseyî tev li çalakiya konvedanê bibin ku dê 26 û 27`ê Îlonê li Hesekê li dar keve.
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9`ê Îlonê ragihandibû ku ji bo şermezarkirina tecrîdê û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Azadiya Serok Apo misogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e” çalakiyên cihereng li dar dixe.
Di vê çarçoveyê de dê 26 û 27`ê Îlonê li Hesekê çalakiyeke konvedanê ya navendî li dar keve.
Konê çalakiyê dê li qada Şehîdên Suryan a taxa El Nasra bê vedan û çaverê ye ku pêkhateyên Hesekê, saziyên sivîl, xizmetguzarî û civakî bi girseyî tev lê bibin.
Çalakî sêşemê (26`ê Îlonê) saet di 9:00`an de dest pê dike û heta saet 17:00`an dewam dike. Çalakî dê di roja duyemîn de bi xwepêşandaneke girseyî bi dawî bibe.
(şx)
ANHA