MIT'a Tirk 5 çeteyên xwe li Girê Spî girtin

MIT'a dewleta Tirk a dagirker gelek çeteyên xwe li Girê Spî girtin ku di nav de serçeteyek heye.

MIT'a Tirk 5 çeteyên xwe li Girê Spî girtin
24 îlon, 2023   19:37

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku endamên MIT'a Tirk û çeteyên Polîsa Leşkerî yên girêdayî wê êrişî navendeke çeteyên Ehrar El Şerqiyê li gundê El Elî Bacliyê kir û 5 çete ji wan girtin.

Çavkaniyê da zanîn ku yek ji çeteyên girtî serçeteyê bi navê "Ebdulcebar El Elûş (Ebû Cûd El Bekîr)" heye.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku çeteyên girtî ji bo navenda Polîsa Leşkerî ya kantona dagirkirî hatin birin û tu agahiyên dîtir der barê sedema girtina wan de, nehatin bidestxistin.

(mh)

ANHA