Darizandina tometbarên qetilkirina 2 xwişkan dest pê kir

Doza ku derbarê qetilkirina 2 xwîşkan de li 7 kesan hatibû vekirin, destpê kir.

Darizandina tometbarên qetilkirina 2 xwişkan dest pê kir
24 îlon, 2023   13:19

Danişîna yekemîn a doza têkildarî qetilkirina xwîşkên bi navê Asiya (16) û Emîne İbrahîm (18) li Dadgeha Gel a Tirbespiyê destpê kir.

Di danişînê de 5 tohmetbarên ku bi awayekî girtî tên darizandin û parêzerên wan amade bûn. Wekî aliyên mudaxilên dozê jî rêveberên Rêxistina Sara ya Dijî Tundiya Ser Jinê jî amade bûn. Nûnêrên Kongra Star jî wekî çavdêr tevlî danişînê bûn.

Piştî xwendina nasnameyên tohmetbaran, dozger îdîaname xwend. Lê di dema xwendina îdîanameyê de bavê herdu keçikên hatibûn qetilkirin ku wekî tohmetbar hatibû girtin, ji ser hişê xwe çû. Lewma şandeya dadgehê navber da. Şandeyê piştre jî, hem jiber rewşa tohmetbarê nexweş ket, hem jî bi armanca girtina herdu tohmetbarên firarî, danişîn taloqî destpêka meha Cotmehê kir.

Çi bibû?

Roja 12′ê Tîrmeha 2023’yan li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Qantona Qamişlo, 2 xwîşkên bi navê Asya Îbrahîm Hisên (16) û Emîne Îbrahîm Hisên (18) jiyana xwe ji dest dabû. Endamên malbatê ku agahî dabûn  Heyva Sor a Kurd, îdîa kiribûn ku herdu xwîş di encama girtina ceyranê de jiyana xwe ji dest dane.

Piştî agahdarkirinê dozgariya navçeyê û hêzên asayîşê çûbûn cihê bûyerê û lêkolîn kiribûn. Di encama lêkolînê de derketibû holê ku herdû xwîşk hatine xeniqandin. Li ser vê yekê heman rojê 5 kes hatibûn binçavkirin û di encama lêpirsînê hatibûn girtin. Der barê 2 kesên reviyabûn de jî biryara girtinê hatibû dayîn.

Navên kesên bi qetilkirinê hatine tawanbarkirinê wiha ne; bav, hevjîn û 3 pismam û ev girtî ne, her wiha 2 kesên tawanbar jî ku revîne met û apê in.