Di pevçûnên hêzên Şamê û Dîfa El Wetenî de jinek û 3 zarokên wê birîndar bûn

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî de pevçûn û şer heye. Ji ber wê, topek li maleke taxa Xiwêran a Hesekê ket, di encamê de jinek û 3 zarokên wê birîndar bûn.

Di pevçûnên hêzên Şamê û Dîfa El Wetenî de jinek û 3 zarokên wê birîndar bûn
21 îlon, 2023   07:54

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê ji ber aloziya li ser baçan şer û pevçûn di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî de ji du rojan ve berdewam in.

Nûçegihana me ragihand ku topek li maleke taxa Xiwêran a rojhilatê Hesekê ketiye û ew top ji jêdera wê ji çargoşeya ewlehiyê ye û di encamê de dayikek tevî 3 zarokên xwe birîndar û rakirin nexweşxaneyên Hesekê.

Navên birîndaran wiha ne; dayik Ferdûs El Tawîl (25), zarokên wê; Dawûd Ehmed El Salim (2), Melek Ehmed El Salim (4) û Necim Ehmed El Salim (5).

Li gor kadroyên tenduristiyê, rewşa 3 birîndaran baş e û Dawûdê 2 salî, ji ber parçeyên di zikê xwe de, jê re niştergerî tê kirin.

(şx)