QSD`ê teqezî bi piştgiriya CTG û malbatên şehîdan kir

QSD`ê bi daxuyaniyekê teqezî bi piştgiriya CTG, YNK û malbatên şehîdên êrişa dewleta Tirk a li dijî balafirgeha Silêmaniyê kir û got: “Çarenûsa dijminan binkeftin e.”

QSD`ê teqezî bi piştgiriya CTG û malbatên şehîdan kir
20 îlon, 2023   14:11

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi peyamekê sersaxî da CTG û YNK û malbatên şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî balafirgeha Silêmaniyê.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de Fermandariya Giştî ya QSD`ê sersaxî da fermandarî û şervanên CTG, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), malbatên şehîdan û gel. Fermandariyê di peyama xwe de piştgiriya xwe bi wan re nîşan da.

Di dawiyê de wiha nivisî: “Gelê me bi lehengên me û saziyên xwe yên leşker û ewlehiyê serbilind in. Çarenûsa dijminan binkeftin e.”

(şx)