Şêniyên Siwêdayê bi zimanê çînî banga pêkanîna biryara 2254 kir

Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe didomînin û banga vaguhastina siyasî ya giştî li gor biryara 2254 kir. Xwepêşandêran ev daxwazên xwe bi zimanê çînî nivisîn.

Şêniyên Siwêdayê bi zimanê çînî banga pêkanîna biryara 2254 kir
20 îlon, 2023   14:27

Bi dehan xelkê Siwêdayê li qada Kerame kom bûn û teqezî bi pêkanîna çareseriya siyasî ya giştî li gor biryara NY ya bi hejmar 2254 kir.

Xwepêşandêran pankartên ku hildane bi zimanê çînî daxwazên xwe nivisîn. Xwepêşandêr bi vê îşaret bi serdana El Esed ji bo Çînê kir ku dê di çend rojên bê de pêk were

Ev zêdetirî mehekê ye xwepêşandan li Siwêdayê berdewam in.

(şx)