Hin rêxistinan tevlêbûna Tirkiye di civîna UN de red kir

Rêxistinên çandî û wêjeyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdariya Tirkiye di civîna Komeleya Giştî ya NY`yê de red kir û destnîşan kirin ku Tirkiye sivîlan rûbirûyî kuştinê, îşkenceyê, girtinê û koçberiyê dihêle û çekên qedexekirî li dijî wan bi kar tîne û ava ji ser bi milyonan mirovan qut dike.

Hin rêxistinan tevlêbûna Tirkiye di civîna UN de red kir
20 îlon, 2023   13:45

Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê, Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd a Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Komeleya Çand û Wêjeya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, Mala Çandî, Yekitiya Jinên Ermen daxuyaniyeke hevbeş dan û tevlêbûna Tirkiye di gera 78`an a Komeleya Giştî ya NY`yê şermezar kir.

Gera 78`an a komeleyê li bajarê New Yorkê yê DYA`yê têkildarî şer, guhertina avhewayê, dên, aloziyên xwarinê û enerjiyê, xizanî û birçîbûnê bi beşdariya Tirkiyeyê li dar dixe.

Daxuyanî li pêşiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de rêxistinan nerazîbûna xwe li hember beşdariya Tirkiyeyê di civînê de anîn ziman û destnîşan kirin ku Tirkiye sivîlan li Sûriyeyê rûbirûyî kuştinê, îşkenceyê, girtinê û koçberiyê dihêle û çekên qedexekirî li dijî wan bi kar tîne û ava ji ser bi milyonan mirovan qut dike.

Her wiha diyar kirin ku berdewamiya siyaseta dagirkirinê li bakurê Sûriye û hebûna hêzên Tirk li dijî serdestiya Sûriyeyê ye, ji ber ku hêzeke dagirker e û bi rêya balafirên bêmirov, jin, zarok û kesên temenmezin, sivîlan û heta cotkarên di nava zeviyên xwe de dike hedef.

Rêxistinan gotin: “Li hember van sûcan, em bang li civata navneteweyî, komeleya giştî ya NY`yê dikin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin, siyasetên wê berfirehkirinê û pergala wê ya faşîst aşkera bikin. Em bang li NY`yê bikin ku bi rola xwe rabe, ji Tirkiyeyê bixwaze ji axa dagirkirî derkeve û rê nedeyê ku darbeyên leşkerî li dijî bajarok û gundên ewle bike. Tirkiye av li paş gelek bendavan digire û li gorî pirsporan ev sedema sereke ya erdhejan e.”

Rêxistinan careke din tevlêbûna Tirkiyeyê di civînên komeleya giştî ya NY`yê de şermezar kir û bang li dewletên endam ên NY û Meclisa Ewlehiyê û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku fişarê li Tirkiyeyê bikin, sûcên ku li dijî mirov, erd û dar dike, aşkere bikin.

(şx)