​​​​​​​Li Til Temirê qetilkirina Denîz Bulbun hate şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê qetilkirina nûnerê KNK′ê Denîz Cewdet Bulbun li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got armanc ji van êrişan şikandina vîna gelê herêmê, yekitî û hevgirtina wî ye.

​​​​​​​Li Til Temirê qetilkirina Denîz Bulbun hate şermezarkirin
20 îlon, 2023   11:39

Di 18′ê Îlonê de avahiya KNK′ê ya li Başûrê Kurdistanê hate hedefgirtin, di encamê de nûnerê KNK′ê Denîz Cewdet Bulbun şehîd bû. Ji bo şermezarkirina vê êrişê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ya kantona Hesekê daxuyaniyek li parka meclisê bi beşdariya saziyên sivîl, partiyên siyasî û endamên meclisê da.

Hevseroka meclisê Çinar Salih daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dermirov û derexlaqî, her wiha binpêkirinên mîsaq û qanûnên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ve hatin şermezarkirin. Dewleta Tirk a dagirker careke din bi hevkariya ajans, sîxur û tevkarê xwe PDK′ê êrişî Başûrê Kurdistanê, her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin armanc ji van êrişan şikandina vîna gel e.

(fr)

ANHA