Li Binarê Qendîlê erebeyek hate bombebarankirin

Li gorî agahiyên Rojnewsê, li nêzî gundê Enzê ya li Binarê Qendîlê balafireke bêmirov û biçek erebeyek bombebaran kir.

Li Binarê Qendîlê erebeyek hate bombebarankirin
20 îlon, 2023   11:30

Li gorî Rojnewsê, beriya çend kêliyan de li nêzî gundê Enzê yê li Binarê Qendîlê, balafireke bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker, erebeyeke sivîlan bombebaran kir.

Li gorî agahiyan erebeya hatî hedefgirtin, tenê 20 metre ji dikan û cihê niştecihbûna xelkê dûr e. Lê tu windahî çênebûn.