​​​​​​​Gerînendetiya Firinan bihakirina mazota firinan derewand

Gerînendetiya Firinan diyar kir ku tu guhertin di buhayê mazota firnan de tune ye û bihakirina sotemeniya endustrî û bazirganiyê bandorê li firinan nake.

​​​​​​​Gerînendetiya Firinan bihakirina mazota firinan derewand
20 îlon, 2023   12:24

Gerînendetiya Firinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi civîneke çapemeniyê li Hesekê, têkildarî bihakirina mazotê ji bo sektorên endustî û bazirganiyê agahî dan.

Di civînê de, hevserokê Gerînendetiya Firinan Kedîm Îdan got: "Em hewl didin nan bi kalîte peyda bibe. Her wiha em li gorî şertên heyî hewl didin astengiyên li pêş berhemdana nan derbas bikin."

Îdan got li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 689 firin hene. Îdan anî ziman ku di vê dawiyê de para firinan ji ard hate zêdekirin, rojane pêwîstiya ard hezar û 406 ton e.

Kedîm Îdan bihakirina mazota firinan derewand û got tu guhartin di bihakirina mazota ji bo firinan de çênebûye.

Îdan destnîşan kir ku buhayê mazota firnan sabit e û 125 lîreyê Sûriyeyê ye, ji her tonek ard re 12 lître mazot hatiye veqetandin û 10 lître jî ji her firinekê re zêde kirine.

Kedîm Îdan diyar kir ku tûrê nan ê ji 10 nanan pêk tê, eşkêla wê ji 10 cm zêdetirî li firinan bi 900 lîreyê Sûriyeyê tê firotin û cihên taybet ji bo belavkirina nan jî bi hezar lîreyî difiroşin.

Îdan behsa lêçûna çêkirina tûrekî nan û piştgiriya Rêveberiya Xweser kir û wiha anî ziman: “Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê bide, zirareke mezin di çêkirina tûrekî nan de dike. Lêçûna tûrekî nan 6 hezar û 675 lîre ye, lê bi hezar lîreyî tê firotin. Lêçûna her tonek ard bi 6 milyon û 311 hezar lîreyê Sûriyeyê ye, lê tenê bi 350 hezarî tê firotin.”

Kedîm Îdan di dawiyê de got Rêveberiya Xweser bi hemû enerjiya xwe hewl dide nan bi kalîteyeke baş bigihîne welatiyan.

(fr)

ANHA