Êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK′ê li Helebê hatin protestokirin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin.

19 îlon, 2023   18:23

Xwepêşandana ji aliyê Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Kongra Star a Helebê ve hat organîzekirin ji pêşiya hola civînan a 8'ê Adarê dest pê kir û ber bi navenda Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ve bi rê ket. Di xwepêşandanê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Bimre xiyanet " û "Li hemberî qirkirinê em jiyanê diafirînin′′ hatin vekirin. Her wiha dirûşemên şermezarkirina dewleta Tirk û PDK′ê hatin berzkirin.

Xwepêşandan li ber avahiya MSD′ê rawestiya. Li vir endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fehîme Hemo der barê siyasetên qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker ên li pêkhateyên herêmê de axivî.

Fehîme Hemo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide  bi êrişên xwe û hedefgirtina pêşengên civakê, herêmê ji şêniyên wê vala bike da ku dagir bike.

Fehîme Hemo êrişa li dijî avahiya nûnertiya KNK′ê ya li Hewlêrê û qetilkirina endamê wê Deniz Cevdet şermezar kir û anî ziman ku hêzên faşîst dixwazin bi rêya êrişa li dijî navenda KNK'ê ya Hewlêrê nasnameya Kurd bike hedef.

Fehîme Hemo her wiha bal kişand ser xiyaneta PDK′ê û wiha dom da axaftina xwe: "Bêyî beşdarbûna xayînan yekitiya Kurdan pêkan e. Dê rojek were û hesab ji wan xayînên di kuştina birayên xwe de destekê didin dijmin, were xwestin."

Her wiha, endama Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervîn Serdar û hevrêyên wê yên ku di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Minbicê şehîd bûne bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Hêva Bekir anî ziman ku divê asta têkoşînê were xurtkirin û moral ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bê girtin ku ev 25 salan li hember tecrîdê tê dikoşe.

Hêva Bekir di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku li hember dagirkeriyê serî hildin û tola şehîdan hilînin.

(mh/bb)

ANHA