Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
19 îlon, 2023   11:13

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo ku muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.

Parêzer hefteyê 2 caran serî li dozgeriyê didin, lê ne erênî ne jî neyînî nikarin bersivekê wergirin.