′PDK′ îxanetê li Kurdan û nirxên kurdî dike′

Welatiyan êrişên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û got “Ne pêkan e dewleta Tirk hêzên me têk bibe. Lê ji ber îxaneta PDK′ê û tevkariya wê, dijmin herêmên me dagir kirin.”

′PDK′ îxanetê li Kurdan û nirxên kurdî dike′
19 îlon, 2023   11:19

Duh, êrişî avahiya KNK′ê ya li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hate kirin, di encamê de Denîz Cewdet Bulbun şehîd bû. Di heman demê de jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker balafirgeha Silêmaniyê bombebaran kir û di encamê de 3 endamên Saziya Dijterorê (CTG) ya girêdayî YNK′ê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Beriya wê jî di 17′ê Îlonê de nêzî saet 13:50′an de balafireke bêmirov li nêzî Kampa Serdeşt erebeyek bombebaran kiribû, di encamê de 3 fermandarên YBŞ′ê şehîd bûbûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 17′ê Îlonê de li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebaran kiribû, di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûbûn û 8 kes jî birîndar bûbûn.

Di 15′ê Îlonê de ku dîroka destpêkirina êrişên DAIŞ′ê li dijî Kobanê bû, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hetabat a li başûrê Minbicê erebeyek YPJ′ê bombebaran kiribû, di encamê de fermandara YPJ′ê Şervîn Serdar û 2 şervanên YPJ′ê Canda Cûdî û Nûcan Ocalan şehîd bûbûn.

KCK′ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku destê xayînan di êrişên Silêmaniyê, Hewlêr, Rojava û Şengalê de heye û gotibû: "Ev êriş bi hêza dijmin pêk nayên, lê bi desteka îxanetê pêk tên û ji ber van êrişan gelê me şehîd dikevin."

Welatiyên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ev îxanet şermezar kir û ji ajansa me re axivîn.

‘JI BO KURD Û KURDISTANÊ XIYANET E’

Emel Horo êrişên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û wiha got: "Dijmin êrişî me dike û PDK′ê jî ruxm îdiaya wê ya Kurdiyatiyê bi dijmin re tevkar e."

Emel wiha domand: "Yê ku xwe ji nirxên mirovahiyê û rêgezên Kurdewariyê bêpar kiriye û karî li hember pereyan xwe bifiroşe, dudilî nabe ku neselê xwe jî bifiroşe û êşên wan ne xema wî ye."

Emel di berdewama axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Me carekê nedîtiye yan jî nebihîstiye PDK′ê xizmetî gelê xwe kiriye û di dirêjahiya dîrokê de bi îxaneta li dijî doza Kurd hatiye naskirin, heta di destê dewleta Tirk a faşîst de ji bo qirkirina Kurdan bûye alavek."

Emel wiha anî ziman: "Beriya dewleta Tirk a dagirker destê PDK′ê di şehîdxistina keç û xortên me de heye. Kiryarên ku dike, ne tenê jib o Kurdan e, lê belê ji tevahî Kurdistanê re ye. Em ê vê dîroka wan binivîsînin."

Emel diyar kir ku gelê Kurd êdî rastiya PDK′ê baş dizane û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ne pêkan e dewleta Tirk hêzên me têk bibe. Lê bi sedema îxaneta PDK′ê û tevkariya wê ji ‎dewleta Tirk re di pêkanîna êrişan de dijmin herêmên me dagir kirin."‎

‘XIYANETA MEZIN’

Sultane Mihemed jî diyar kir ku tu cudahî di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK′ê de tune ye û wiha got: "Bi hev re ji bo êrişan plan dikin. Ew xiyaneteke mezin e. Benê xiyanetê jî kin dirêj nake û dê di dawiyê de têk biçe û serkeftina para xwediyên heq û dozê be."

Sultane anî ziman ku hewldanên PDK′ê binketî ne û ji her kesî ve xuya ne û wiha domand: "Di dirêjahiya dîrokê de PDK′ê li kêlek dewleta Tirk di qirkirina Kurdan de sekinî, lê heta niha nikarîn me têk bibin."

Sultane kiryarên PDK′ê bi kiryarên krêt wesif kirin û wiha pê de çû: "Bila li xwe vegere, hinekî li ser ziman, dîrok û koka xwe de bifikire. Pir şerm e ku Kurd îxanetê bike. Ew li dijî nirxên Kurdî îxanetek e."

Sultane destnîşan kir ku dê rojek were ji bilî Kurdan tu rê li pêş PDK′ê namînin. Wê demê ew ê bi bidawîbûna berjewendiyên Tirkiyeyê re û devberdana ji wê di nava pirsgirêk û şeran de be. Ev roj jî nêz e.

‘JI ÎXANETÊ RE ÊDÎ BES E’

Fîdan Mehmûd jî êrişên li dijî 4 parçeyên Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û tevkarê wê PDK′ê ve şermezar kirin û got: "Ji îxanetê re êdî bes e, li xwe vegerin."

Fîdan wiha domand: "Ji destpêk şoreşê ve gelê Kurd tê dikoşe û hêzên wî yên leşkerî li eniyên şer in. Tenê ji ber ku koletî qebûl nekirin, xwe radestî rejîmên desthilat nekirin û xwestin neteweya demokratîk pêk bînin. Em ê ruxmî dijmin û xayînan hebûna xwe îsbat bikin."

(fr)

ANHA