Hêzên Rizgariya Efrînê: 15 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku duh li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 15 çete hatine kuştin, her wiha gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê: 15 çete hatin kuştin
19 îlon, 2023   11:04

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiya xwe ya duh a li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker agahî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li seranserê herêmê didomin lê hêzên wan çalakiyên bibandor ên bersivdayînê li dar dixin.

Di dewamê de ev agahî hatin parvekirin: “18’ê Îlonê li gundê Eble yê bajarokê Babê, ji aliyê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke serdagirtinê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê 15 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn. 3 mewzî, 3 motorsîklet, seyareyek û depoyeke cebilxaneyê hatin rûxandin. Her wiha 6 çekên AK-47 tevî 2 rext û 12 jarjorên xwe, çekeke BKC tevî zîncîra xwe, çekeke B-7, 4 bombe, telefonek û nasnameyek hatin desteserkirin.”