​​​​​​​Heyder Ebadî: Tirkiye li Iraqê dagirker e

Serokê Hevpeymana Serkeftinê Heyder Ebadî êrişa dewleta Tirk a li ser balafirxaneya Erbet şermezar kri û got “Divê Iraq têkiliyên xwe yên ewlekarî, siyasî û aborî yên bi Tirkiyeyê re biguherîne. Tirkiye li Iraqê dagirker e.”

​​​​​​​Heyder Ebadî: Tirkiye li Iraqê dagirker e
19 îlon, 2023   10:49

Serokê Hevpeymana Serkeftinê ya Iraqê Heyder Ebadî der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser balafirxaneya Erbet a Silêmaniyê de daxuyaniyek da.

Heyder Ebadî êrişa dewleta Tirk a li ser balafirxaneyê şermezar kir û got: “Tirkiye bi hincetên cuda kiryarên xwe yên li dijî Iraqê didomîne. Heya niha jî li dijî destdirêjiya li ser serweriya Iraqê, bersivek karîger nehatiye dayîn. Bêdengî şermezarî ye, heke hevpeymana bi destdirêjiya Tirkiyeyê dewam bike, xiyanet e.”

Ebadî bal kişand ser hebûna artêşa Tirk a li ser xaka Iraqê jî û got: “Tirkiye di nava Iraqê de welatek dagirker e, bi dehan baregehên leşkerî li ser xaka Iraqê hene. Ev ji bilî binpêkirinên li ser serwerî û destwerdana di kar û barê navxweyî yê Iraqê de. Ev jî berovajiyê yasayên navneteweyî ye.”

Heyder Ebadî got: “Ji bo ku Iraq bi tundî dan û standinê bi Tirkiyeyê re bike, xwedî çend bijardeyan e. Heke nîştimanî xwedî giraniyek be, divê Iraq dan û standinê bi Tirkiyeyê re biguherîne ser asta ewlekarî, siyasî û aborî daku êdî serweriyê binpê neke.”

Duh di saetên piştî nîvro de balafirxaneya çandiniyê ya Erbet a Silêmaniyê ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin û di êrişê de 3 endamên Saziya Dijeterora Herêma Kurdistanê şehîd bûbûn.