Ji ber topbaranê kehrebe li ser Girê Spî qut bû

Artêşa Tirk a dagirker gelek gundewarên rojvayê kantona Girê Spî topbaran kirin, di encamê de kehrebe qut bû.

Ji ber topbaranê kehrebe li ser Girê Spî qut bû
19 îlon, 2023   09:14

Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Tirk a dagirker gundên Bîr Kino, Erîda, Kûr Hesen, Bîr Ereb, Bîr Nazû Xan, Curn, Huriye û Qîzelî û depoyên Qîzelî yên kantona Girê Spî topbaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama topbaranê de kehrebe li ser gundên Ehmediyê, Curn, Ebidkoy û Kobirlik qut bû.

Lê ji ber topbarana bênavber a dawleta Tirk a dagirker li ser gundên li eniyên şer saziyên xizmetguzariyê gelek astengiyan di xebatê de dikişînin.

(fr)

ANHA