Polîsên Tirk 12 kes destgîr kirin

Li Colemêrg û Antalyayê polîsan bi ser malan de girt û 12 kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk 12 kes destgîr kirin
19 îlon, 2023   09:51

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li navenda Colemêrgê bi awayekî hemwext avêt ser gelek malan û 10 kes bi hincetên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" destgîr kirin.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Bûrak Ecer, Şukran Ozek, Zubeyîr Akgul, Salîh Yakin, Arîf Dûman, Cevher Erbaş, Rojhat Safali, Abdullah Firtina, Mehmet Demîr û Omer Mete.

Li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê jî polîsên Tirk di saetên serê sibê de bi ser malan de girt û 2 kesên navên wan nehatin zanîn, destgîr kirin.