​​​​​​​Berdevkê artêşa Iraqê: Balafira êrişî Silêmaniyê kir ji Tirkiyeyê rabûye

Berdevkê artêşa Iraqê Yehya Resûl diyar kir ku balafira bêmirov a ku balafirxaneya Erbetê ya Silêmaniyê bombebaran kir û di encamê de 3 kes şehîd bûn, ji Tirkiyeyê rabûye.

​​​​​​​Berdevkê artêşa Iraqê: Balafira êrişî Silêmaniyê kir ji Tirkiyeyê rabûye
19 îlon, 2023   08:52

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Iraqê general Yehya Resûl der barê êrişa duh a li ser balafirxaneya Erbetê ya Silêmaniyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Duh saet di 17:00’an de balafireke bêmirov, ji Tirkiyeyê hatiye nav xaka Iraqê û balafirxaneya çandiniyê ya Erbet a li Silêmaniyê bombebaran kiriye. Ji ber vê jî 3 endamên Dijeterorê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûne.

Ev destdirêjî binpêkirina serwerî, asayîş û yekparetiya xaka Iraqê ye. Ev yek binpêkirin û gefa li ser aramî, ewlekariya li herêm û cîhanê ye. Di heman demê de binpêkirina yasayên navneteweyî, pîvan û destûra Neteweyên Yekbûyî ye.”

Yehya Resûl diyar kir ku êriş li ser welatiyên Iraqê gef e û got: "Mafê Iraqê ye ku dawî li van binpêkirinan bîne."