ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-09-2023
18 îlon 2023   23:00

- Perwerdekirina jinan li gorî rêgeza azadiya jinan û şopandina pêşxistina wê di aliyê siyasî de da ku hevgirtina jinên sûriyeyî xurt bibe û mafên wê misoger bin, yek ji xebatên herî girîn ên Meclisa Jinan a PYD`yê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li herêma Cizîrê gelek projeyên ji bo parastina ekolojî û hawîrdorê dest pê kirine. Gelek deverên xwezayî xistine ber parêzbendiyê û cihên bêhnvedanê tên avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aktîvîstên filistînî piştgiriya berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got di navbera jinên Kurd û filistînî û dozên wan de xaleke hevpar heye û destnîşan kirin ku ew dikarin guhertinê çêkin. (BI WÊNE).

- Şaredaryên gel ên Hesekê û Reqayê li gor plansaziya ku danîbû ber xwe kar gelek xebatên xizmetguzariyê pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ambargoya giran  ku hikumeta Şamê ferz kiriye, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li şûna qîrê rêyan bi çementoyê sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Eymen Çolî (Raîd Şeref) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Cuma Ebas li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê tên veşartin, saet di 10:00′an de. Şêniyên navçeya Amûdê jî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Bedran Hemîd li Goristana Şehîd Îsmaîl vedişêrin, saet di 16:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê, Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî di roja 4′emîn de bi dawî dibe, saet di 15:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê, êrişa li dijî avahiya KNK′ê ya li Hewlêrê meşekê li dar dixe, meş ji pêşiya hola Civînan a 8′ê Adarê dest pê dike, saet di 17:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA