​​​​​​​Paşguhkirina xwepêşandanan ji aliyê Şamê ve rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, der barê danûstandina hikumeta Şamê bi xwepêşandanên li Siwêdayê re, girîngiya ku Tirkiye daye Iraqê, hevkariya Fransa-Amerîka li Afîrkayê de nivisîn.

​​​​​​​Paşguhkirina xwepêşandanan ji aliyê Şamê ve rojeva rojnameyên erebî ye
19 îlon, 2023   07:04

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi serenavê “Şam xwepêşandanan paşguh dike” weşand. Rojnameyê diyar kir ku piştî zêdekirina muçeyên karmendan û girtina hin tedbîrên aboriyê ku rewşa jiyanî bi paş de xist, hikumeta Şamê li pêşiya parlamentoyê got ji ber şer rewş wisa bûye. Serokwezîr Hisên Ernûs jî duh got, “Aboriya nîştimanî, lêçûnên mezin di oxira parastina welêt û nasnameyî de da. Lê em di cengê serdestiyê û rûmetê de bi ser ketin û me biryara nîştimanî ya azad û serbixwe parast.”

Rojnameyê destnîşan kir ku Ernûs di civîna yekemîn a parlamentoyê de ku yekşemê li dar ketibû, xwepêşandanên li parêzgeha Siwêdayê paşguh kirin.

ELEQEDARIYA TIRKIYE BI IRAQÊ RE ZÊDE DIBE

Girêdayî destwerdana Tirkiye di Iraqê de, rojnameya El Ereb îşaret pê kir ku li gor çavdêran, eleqdariya Tirkiye bi Iraqê RE zêde dibe, ji ber ku di aliyê aborî û binesaziyê de qadeke hevkariyê ya stratejîk û îstîsna ye ku Tirkiye ji xetereya paşguhkirinê diparêze. Korîdora aborî ya mezin ku di lûtkeya G20 a dawîn li ser hatiye lihevkirin de û Hindistan bi Ewropayê ve bi rêya Kendav, Urdun û Îsraîlê girê dide, li ser Tirkiyeyê gef e.

Li gor rojnameyê, porjeya avakirina vê korîdorê, li ser plana Tirkiyeyê xetere ye ku dixwaze ji çend salan ve pêk bîne. Ew li gor plana xwe dixwaze ax û benderên Tirkiyeyê veguherîne rêyên sereke di navbera rojhilat û rojava ve, bike korîdoreke girîng ji bo veguhastina kel û pelan di navbera her du aliyan de, nemaze madeyên enerjiyê û di serî de gaza xwezayî.

ÇALAKBÛNA HEVKARIYA FRANSA-AMERÎKA LI AFRÎKAYÊ

Rojnameya El Quds El Erebî jî behsa hevkariya Fransa-Amerîka li Afrîkayê kir û got darbeya li Nîjerê, pêşketina helwesteke wisa li Washingtonê xuya kir ku darbeyên li dû hev, pirsnîşanan der barê jêhatîbûna Fransa li Afrîkayê di asta diplomasî de çêkir.  Diyar e ku şerê li dijî terorê ku bingeha wê hevkariya leşkerî di navbera Washington û Parîs de ye, bi xwe re teror li Afrîkayê zêde kir, li ser hesabê saziyên sivîl artêş xurttir kir.

(şx)