Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê werzîşa civakî û rêbazên pêşxistina wê de paneleke diyalogê bi dirûşma "Bi hev re ji bo diyarkirina nasnameya rast a werzîşa civakî" li bajarê Reqayê li dar xist.

Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist
Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist
Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist
Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist
Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist
Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist
Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist
Yekitiya Werzîşê ji bo pêşxistina werzîşa civakî panelek li dar xist
17 îlon, 2023   14:51

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paneleke diyalogê li hola yarîgeha Beledî ya bajarê Reqayê li dar xist.

Komîteyên werzîşê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Kobanê, Desteya Werzîş û Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên tîmên werzîşê, werzîşvanên Tebqa, Reqa, Minbic û Kobanê û nivîsgehên werzîşê yên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di panelê de beşdar bûn.

Di serî de cîgira Desteya Werzîş û Ciwanan Jînda Yûsif axivî û got: "Werzîş roleke mezin di civakê de lîst û girîngiyeke mezin ji bo wê hat dayîn ku bû yek ji hêmanên jiyana civakî."

Piştre, koordînatora qanûnî ya Desteya Werzîş û Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mecid Cidêl wiha axivî: "Werzîş ji hezaran salan de heye û beşeke sereke ya dîroka şaristaniyên berê bû, nexasim şaristaniya kevin a Misirê."

Piştre deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin ku serokê nivîsgeha lîstikên takakesî ya Yekitiya Werzîşê ya Reqayê Hemze El Hemze got: "Divê rojek ji bo werzîşa civakî bê diyarkirin ku ji saziyan dest pê bike, her wiha pêwîst e di parkan de beyareyên taybet ji bo duçerxeyan werin avakirin."

Endamê Nivîsgeha Werzîşê ya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Yûsif Zekûr banga çalakkirina rola werzîşa dibistanî bi koordînasyona Yekitiya Werzîşê re kir ji ber ku ew roleke girîng di pêşxistina behreyên zarokan de dilîze.

Endamê nivîsgeha rêxistinên ciwanan a Desteya Werzîş û Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Aşûr wiha axivî: "Divê ji bo mamosteyên werzîşê, perwerde bên vekirin da ku di encamê nifşek bê avakirin ku di werzîşê de çalak e."

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû ku hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel ew xwend. Encamname wiha ye:

1- Bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê re ji bo mijara werzîşa dibistanan koordîneya yekser bê kirin.

2- Pêşxistina xebatan ji bo sererastkirina avahiyên werzîşî.

3- Dayîna semîneran der barê werzîşa civakî de ji bo werzîşvanên hemû herêman.

4- Ji bo birêxistinkirina xebatên werzîşê, çalakkirina sîstema terxîsa kluban.

5- Vekirina akademiyên werzîşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

6- Birêxistinkirina werzîşê bi awayekî zêdetir di aliyê rêveberî û rêxistinî de.

7- Vekirina akademiyeke giştî ya werzîşê bi armanca amadekirina hemû kadroyên werzîşê da ku bibin bingeha pêşxistina werzîşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

8- Zêdekirina perwerdeyên werzîşê li hemû herêman.

(mh/şx)

ANHA