​​​​​​​Li dibistanên seretayî broşurên hişyariyê hatin belavkirin

Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Trafîka Qamişloyê hezar broşurên hişyariyê li ser dibistanên seretayî belav kirin.

​​​​​​​Li dibistanên seretayî broşurên hişyariyê hatin belavkirin
​​​​​​​Li dibistanên seretayî broşurên hişyariyê hatin belavkirin
​​​​​​​Li dibistanên seretayî broşurên hişyariyê hatin belavkirin
​​​​​​​Li dibistanên seretayî broşurên hişyariyê hatin belavkirin
​​​​​​​Li dibistanên seretayî broşurên hişyariyê hatin belavkirin
​​​​​​​Li dibistanên seretayî broşurên hişyariyê hatin belavkirin
​​​​​​​Li dibistanên seretayî broşurên hişyariyê hatin belavkirin
17 îlon, 2023   11:10
QAMIŞLO

Di çarçoveya hemleya hişyariyê de ku Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê û bi hevkariya Trafîka Qamişloyê  daye destpêkirin, broşur hatin belavkirin û tê de nîşaneyên aştiya çûn û hatinê ji bo zarokan hebûn.

Di hemleyê de hezar broşur li dibistanên seretayî ya Qamişloyê hatin belavkirin û endamên jin ên trafîkê naverok şîrove kirin.

Di broşuran de gelek nîşane û hêmanên trafîkê hebûn, ji wan; derbaskirina rê di cihê wê yê taybet re, lîstina li cihên taybet mîna parkan, pabendbûna bi nîşaneyên trafîkê û meşa li ser peyarê. Kolan ne cihê lîstikê ye, ji erebeyan ve nêz nebin

.

Endamê Rêveberiya Trafîkê ya Qamişloyê Hecar Mihemed got wan niha hemle li ser asta Qamişloyê daye destpêkirin û dê hefteyeke dewam bike û wiha domand: "Em hewl didin zarokan fêrî qanûnên trafîkê bikin."

Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev hemleya ku me daye destpêkirin ji bo ewlehiya zarokan e. Em bang li malbat û mamosteyan dikin ku bi wan re di vê hemleyê de alîkar bin da ku zarok bi ewleh rê derbas bikin."

(fr)

ANHA