Li Siwêdayê xwepêşandan di roja 23′yan de ye

Li Siwêdayê xwepêşandanên bi armanca guhartina siyasî li welat di roja 23′yan de dewam dike.

Li Siwêdayê xwepêşandan di roja 23′yan de ye
12 îlon, 2023   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Siwêdayê li qada Kerame ya li naverasta Siwêdayê kom bûn û beşdarî xwepêşandanên bi banga ′hilweşîna rejîmê′ û pêkanîna biryara 2254′an û veguhastina siyasî kirin.

Ev xwepêşandanên li Siwêdayê bi beşdariya girseyî ya jinan di roja 23′yan de bê navber dewam dikin.

Ji 20′ê Tebaxê ve li Siwêda û hin bajarokên derdor xwepêşandêran navendên Partiya Baasê û rê girtin û rojane xwepêşandanên bi banga guhartina siyasî û ′hilweşîna rejîmê′ li dar dikevin.

(fr)