Dîmenê hovîtiya nîjadperestên Tirk a li dijî jinan sûriyeyî

Di dîmenekê ku ji Îzmîrê hatiye kişandin de, hovîtiya nîjadperestên Tirk a li 3 jinên sûriyeyî û zarokên aşkara dibe. Li hemberî vê hovîtiyê jî bertekên tund derketin.

Dîmenê hovîtiya nîjadperestên Tirk a li dijî jinan sûriyeyî
10 îlon, 2023   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê 2 nîjadperestên Tirk di otobuseke giştî de li 3 jinên sûriyeyî û zarokên wan didin û wan ji otobusê diqewitînin. Ev kiryar bi dîmen hat belgekirin û di medyaya dîjîtal de hat pavekirin.

Bikarhînerên medyaya dîjîtal bi parvekirinên xwe bertekên tund nîşanî hovîtiya nîjadperestên Tirk dan.

Mihemed Rebîi li ser hesabê xwe yê X`ê wiha nivisî: “Tirkiye sûcên herî hovane li dijî sûriyeyiyên li welêtên wan dike û li ser sînoran wan dikuje û heqaret li wan dike.”

Ebû Muaz jî wiha nivisî: “Nîjadperestiya dewleta Tirk ne serûber e, lê sîstematîk e. Wisa dike ji bo ku qewitandina sûriyeyiyan hêsantir bike.”

Di hin raporên berê de hatibû destnîşankirin ku nîjadperestiya li Tirkiyeyê ya li dijî sûriyeyiyan zêde bûye.

Gelek dîmen hatine paravekirin ku êrişên nîjadperestên Tirk ên li dijî turîzmên Ereb nîşan didin. Ji ber wê hin çalakvan ji bo boykotkirina turîzmê li Tirkiyeyê  kampanyaya li dar xistin.

(şx)