Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya bersivdayîna êrişan aşkere kir

Di bersivdayîna Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de 53 çete hatin kuştin û 127 çeteyên din jî birîndar bûn. Her wiha 9 panzer û erebeyên leşkerî hatin rûxandin. Meclisê diyar kir ku berxwedana destane ya şervanan, tevahî êrişên çeteyan têk bir û nehiştin ku bostekê bi pêş de werin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya bersivdayîna êrişan aşkere kir
10 îlon, 2023   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê Minbicê û hedefgirtina jîngehan daxuyaniyek parve kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniya Meclisa Leşkerî weşand. Meclisê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li Dêrazorê, ji bo ku piştgiriyê bide komên çeteyan êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin.

Meclisê aşkera kir ku di bersivdayîna hêzên wan de, 53 çete hatin kuştin, 127 din jî birîndar bûn û 9 erebe û panzer hatin rûxandin. Her wiha gelek çek û ceblixane desteser kirin.

Meclisê da zanîn ku 3 şervanên wê şehîd bûn û 6 din birîndar bûn û endamekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 4 din birîndar bûn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di êrişên li dijî gundewarê Minbicê de, bombeyek bi erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de dema dewriyeyeke asayî li gundan li dar dixist, teqiya. Di endamê de 4 endamên hêzê şehîd bûn. Her wiha bombeyek bi erebeya endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Bozan Osman de hate teqandin, di encamê de Bozan Osman şehîd bû.

Hêzê diyar kir ku piştî destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ji aliyê QSD`ê ve li dijî şaneyên DAIŞ`ê û komên çeteyan ên ku ji derveyî herêmê hatin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev yek bi kar anî û bênavber êriş MInbic, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û Girê Spî kir.

Hêzê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî: “Piştî serkeftina operasyonê jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin ji bo ku piştgiriya komên çeteyan û terorîstan li Dêrazorê bike. Ewlehiya Minbicê û herêmê bi giştî têk bibe û fitneyê di navbera pêkhateyên wê de derxe.

Ji bo wê tevahî rêbazên kirêt û şerê çapemeniyê bi kar anî da ku vîna gelê me û berxwedana şervanên me têk bibe. Di êrişên li dijî jîngehan û herêmê de çekên giran bi kar anîn. Ji ber wê gelek sivîl bûn quran û zirarên mezin li mal û milkên wan û binesaziya herêmê bû.

Tevî êrişên dijwar û hedefgirtina jîngehan û şehîdbûna zarok û jinan, lê şervanên me bi lehengî li ber xwe dan û destanên lehenegiyê li hember van êrişan nivisîn. Tevahî êrişên wan têk birin û nehiştin, çete bostekê nêzî axa me bibin.

Di bersivdayîna êrişan de, herî kêm 52 çete hatin kuştin, 127 din birîndar bûn, 9 panzer û wesayît hatin rûxandin. 5 sivîl şehîd bûn û 4 din birîndar bûn. Çeteyan 2 sivîl ji gundê Mehsenlî revandin. Her wiha hêzên me miqdareke mezin a çek û cebilxane desteser kirin. Ji nav cenazeyên çeteyan endamên DAIŞ`ê hebûn. Nîşaneyên rêxistina terorîst ên li ser cilên wan ev yek piştrast kir. Piştî têkbirina êrişan, çete reviyan.

Em fedakariyên şervanên xwe û lehengiya wan li hember êrişên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker, silav dikin. Spasiya xelkê Minbicê dikin ku di aliyê manewî de piştgiriya hêzên me kir.

Em spasiya êlên xwe yên resen dikin ku planên dagirkeriya Tirk têk birin. Em rola ciwanên MInbicê silav dikin ku cihê xwe di eniyên şer de girtin û li rex hêzên me yên leşkerî li ber xwe dan. Bûn mînaka ciwanên li ser rûmeta xelkê xwe xîret

Bîlançoya giştî ya êrişên çend rojên dawîn wiha ye:

1-Windahiyên çeteyan:

53 çete hatin kuştin

127 çete birîndar bûn.

9 erebe û panzer hatin rûxandin.

6 çekên doşka hatin rûxandin.

61 bendên çeteyan hatin hedefgirtin.

5 cenazeyên çeteyan hatin desteserkirin.

 Balafireke keşfê xistin xwarê.

7 çekên kîlaşînkov hatin desteserkirin.

2 çekên BKC

Topavêjek B7

Bêtêlek.

5 topên B7.

5 mexzenên kilaşînkovê.

Sindoqek guleyên BKC.

Çekek Laf

2 balafirên bê mirov.

 

2-Zirarên ku li hêzên rejîma Sûriyeyê bûn ev in:

Leşkerekî rejîma Sûriyeyê hate kuştin.

4 leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn.

3-Zirarên li sivîlan bûne ev in:

5 sivîl şehîd bûn.

4 sivîl birîndar bûn.

2 sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

4-Windahiyên hêzên me wiha ne:

3 şervan şehîd bûn.

6 şervan birîndar bûn.

Gundên hatine hedefgirtin ev in: Kilkawî, Um Edese, Yaşlî, Ereb Hesen, Mehsenlî, Ewn Dadat, Elqane, Yanlî, Boyhic, El Bûgaz, Siyade, Mihêmîd, El Tûgax, El Cat û Kohyûk.”

(şx)