Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel

Bi çalakiyekê li Dêrikê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê yekemîn çalakiya xwe ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
Li Dêrikê yekemîn çalakiya Însiyatîfa Gel
10 îlon, 2023   12:02
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê duh (9′ê Îlonê) bernameya xwe ya çalakiyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera kir. Di bernameyê de bi diruşma ′Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn e′ dê çalakî û meş li tevahî bajarên herêmê werin lidarxistin. Îro li Dêrikê bi çalakiya konvedanê dest pê kir û dê heta sibe bi meşeke girseyî bi dawî be.

Konê çalakiyê li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate vedan û tê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bi sedan şêniyên bajêr, gund û bajarokên wê, nûnerên meclis û saziyên sivîl beşdar bûn.

Destpêka çalakiyê endamê Însiyatîfa Gel a Dêrikê Hisên Remedan axivî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Remedan armancên tecrîdê aşkera kirin; fikirên Rêber Abdullah Ocalan ji derve dûrxistin û wiha got: "Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li dijî tevahî mirovahiyê ye. Em bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên îdiaya mafên mirovan dikin şermezar dikin. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bilind bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf jî rola felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina krîzan de û têkoşîna wî silav kir û wiha got: "Rêbertî di oxira tevahî gelên bindest azadiya xwe bi dest bixin de têkoşiya û jiyan xwe xist ximzetî pêkanîna demokrsiyê."

Endama rêveber a Kongra Star Şadiya Yûsif jî diyar kir ku bi xwespartina li fikirên Rêber Abdullah Ocalan, têgihîştin û pêkanîna wan di civakê de azadiya Rêbertî pêkan e.

Endamê PYD′ê Şaban Faris  bang kir ku ji bo têkbirina plan û komployên li dijî gelan û bidawîkirina tecrîdê hevgirtî bin.

Çalakî bi xwendina helbest û stranên şoreşgerî dewam kir.

(fr)