Rojnamevana girtî Nazîla Marofiyan hat berdan

Rojnamevan Nazîla Marofiyan a ku bi bavê Jîna Emînî ya ku li Îranê hatî qetilkirin re hevdîtin kir û 4 caran hate girtin, bi kefalet hat berdan.

Rojnamevana girtî Nazîla Marofiyan hat berdan
10 îlon, 2023   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Nazîla Marofiyan a ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin, hevpeyvîn kiribû, di 30’ê Tebaxê de cara çaremîn hatibû girtin.

Rojnamevan Nazîla Marofiyan a li Girtîgeha Evînê girtibû, diyar kir ku li girtîgehê rastî êrîşa zayendî hatiye û ragihand ku ji 1’ê Îlonê û vir ve ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hate hînbûn ku rojnamevan bi kefalet hatiye berdan.