Li Til Hemîsê meşek ji bo piştgiriya QSD′ê

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê ji bo piştgiriya QSD′ê meşek li dar xistin û got ew ê li dijî hemû komplo û êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtin bin.

Li Til Hemîsê meşek ji bo piştgiriya QSD′ê
10 îlon, 2023   10:50
QAMIŞLO

Li Til Temîsê ya Qamişloyê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) meşek hat lidarxistin. Di meşê de bi sedan şêniyên navçe, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyê eşîran beşdar bûn.

Meş ji pêş avahiya Meclisa Navçeyê ya Til Temîsê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriyan.

Li çerxeriya Sewami meş vegerî mîtîngê. Li wir rûspiyê eşîra El Şemer Mihemed El Şemerî axivî û piştgiriya eşîrên Ereban ên li herêmê ji Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re nîşan da.

El Şemerî diyar kir ku li pey bûyerên Dêrazorê planeke komplogerî heye û wiha got: "Tiştê li Dêrazorê çêbûye, berê hatibû plankirin. Armanca wê hevgirtinên eşîrên Ereban û QSD′ê û îstîqrara herêmê têk bibin, da ku çeteyên dewleta Tirk bikarin bi hêsanî herêmên me dagir bikin."

El Şemerî wiha domand: "Bi saya hevgirtina hêzên me û şêniyên Dêrzorê ev plan hatin têkbirin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ebdullah El Salim rola QSD′ê ya parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û wiha got: "Serkeftinên îro yên li dijî çeteyên DAIŞ′û dewleta Tirk bi saya fedakariyên hêzên me û hevgirtina şêniyan e."

Her wiha şervanê QSD′ê Mahir Ehmed jî wiha got: "Tiştên îro li ser çapemeniyê derdikevin fitineyek e ji hêla dewleta Tirk a dagirker û rejîmên dîktator ên şerê gelên hewl didin azadiyê pêk bînin. Em ê heta serkeftinê têkoşînê bilind bikin."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a Til Hemîsê Hedîl El Ebdullah piştgiriya xwe ji QSD′ê re nîşan da û soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û wiha got: "Em ê li hember planên dijberî azadiya jinê, civak û gelan bibin mertal."

Meş bi diruşmên silavkirina QSD′ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA