MÎT′ê welatiyek ji Racoyê revand

MÎT′ê ev cara duyemîn e ku welatiyekî ji şêniyên navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî direvîne.

MÎT′ê welatiyek ji Racoyê revand
10 îlon, 2023   10:59
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) welatiyê bi navê Esmet Mihemed ê ji Raco ya Efrînê di 5′ê Îlonê de revand û ber bi cihekî nediyar ve bir. Tê zanîn ev cara duyemîn e ku Mihemed tê revandin.

Çavkanî diyar kir ku di destpêka dagirkirina Efrînê de Esmet Mihemed hatibû revandin.

(fr)

ANHA