Li Dêrazorê di nava komên girêdayî Şamê û DAIŞ′ê de şer

Li beyarê Dêrazorê di navbera komên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ′ê de şer derket, di encamê 9 hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê di nava komên girêdayî Şamê û DAIŞ′ê de şer
10 îlon, 2023   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şeva berê di navbera komên Dîfa El Wetenî, Lîwa El Qudis ên girêdayî hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li beyarê Şola yê Dêrzorê şer derket. Di encamê de 9 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Li gorî SOHR′ê ji wan koman 6 hatin kuştin û 3 jî ji şivanan hatin kuştin. Li gorî agahiyan 5 şivan jî hatine revandin.

Li asîmanê herêmê jî balafirên şer ên Rûsyayê gerîn.

(fr)