Cenazeyê şehîd Ebû Ebas bi merasîmekê hat veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Sirînê cenazeyê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebid El Îsa (Ebû Ebas) li Goristana Şehîdan a navçeyê spart axê.

9 îlon, 2023   12:48
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebid El Îsa (Ebû Ebas) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeyê veşart.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebas di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê şehîd bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgira seroka  meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Sirînê Neda El Cadir axivî. Neda soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Şehîdan ji bo avakirina civakeke azad canê feda kir. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê li pey xeta wan bin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Sirînê Xelîl Hisî anî ziman ku dijmin ji bo ku bikaribe parçebûnê di nava civakê de pêk bîne, serî li her rêbazên cuda dide û got: " Lê şevan li hemberî wan disekinin û canê xwe bê teredûd dikin feda.′′

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mistfa El Mihemed got: ′′Em ê heta dawiyê li pey xeyalên şehîdên xwe bin. Şehîd ew şewqa ku rêya tarî ronî dikin e. Em jî weke Meclisa Leşkerî ya Mibicê soz didin şehîdên xwe ku heta dawiyê li ser xeta wan bin."

Piştra wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan hat veşartin.

(eş/bb)

ANHA