Baregehên artêşa Tirk ên li Bradostê hatin bombebarankirin

Baregehên dewleta Tirk a dagirker ku li gundên Bermîze, Nawrûbarok û Derya Sor ya herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê ye, bi dronan hate bombekirin.

Baregehên artêşa Tirk ên li Bradostê hatin bombebarankirin
9 îlon, 2023   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê baregehên dewleta Tirk a dagirker ku li gundên Bermîze, Nawrûbarok û Derya Sor ya herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê ye, bi dronan hatiye bombekirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir piştî bombekirinê li baregehên dagirkeran teqînên mezin çêbûne û agir bi baregehan ketiye. Hê tu hêzê ev çalakiyên bidronan li xwe negirtine.