Xelkê Siwêdayê teqezî bi guhertina siyasî dikin

Şêniyên Siwêdayê, daxwazên xwe yên guhertina siyasî ya giştî li gorî biryara 2254 û “hilweşandina rejîmê” didomînin.

Xelkê Siwêdayê teqezî bi guhertina siyasî dikin
9 îlon, 2023   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şênî li qada “El Kerame” ya li navenda Siwêdayê kom bûn û xwepêşdanên xwe yên ev bûn 21 roj li dar in, berdewam kirin.

Xwepêşdanan pankartên “Em daxwaza dadgeheke adil û durist dikin”,  “Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û girtiyan berdin” hildan û sloganên li dijî hikumeta Şamê wek “Hilweşa pergala dîktator” û “Sûriye azad e û xwedê bi me re ye ey şoreşger” berz kirin.

Malpera Siwêda, 24 dîmenên jinên li qadê kom bûne û pêşengiya xwepêşandanan dikin, parve kirin.

Li qada “El Kerame” duh xwepêşandanên mezin li dar ketin. Tevlêbûna berfireh a jinan balkêş bû. Xwepêşandêran banga “guhertina demokratîk, dûrketina rejîmê û pêkanîna biryara 2254 û xurtkirina têgeha nenavendîbûnê” kir. Her wiha wêneyên mezin ên sembola nîştimanî û fermandarê şoreşa mezin Sultan Başa El Etraş li qadê daliqandin.