Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke nû li Babê ava dike

Dewleta Tirk  a dagirker bi hevkariya komeleyeke ji Qeterê mêtingehek nû li bajarê Babê ava dike.

Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke nû li Babê ava dike
Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke nû li Babê ava dike
Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke nû li Babê ava dike
Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke nû li Babê ava dike
Dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke nû li Babê ava dike
9 îlon, 2023   08:28
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariyên rêxistinên îxwanî polîtîkayên tirkbûyîn û guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî didomîne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, dewleta Tirk a dagirker li gundê Sermatê yê bajarê Babê yê gundewarê rojhilatê Helebê mêtingeheke nû bi navê bajarê Kerama ava dike.

Çavkaniyan diyar kir ku mêtingeha nû bi hevkariya komeleya ′Qeter a Xêrwaziyê′ ya girêdayî Îxwanan li serdê şêniyên hatine koçberkirin tê avakirin û firehiya mêtingehê 500  hezar mîtrekab e.

(bb)

ANHA