1. Festîvala Hunerî ya Silêmaniyê dest pê kir

Duh Festîvala Hunerî ya Silêmanî bi tevlîbûan kom û stranbêjên ji Bakurê Kurdistanê, Iraq û Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

1. Festîvala Hunerî ya Silêmaniyê dest pê kir
1. Festîvala Hunerî ya Silêmaniyê dest pê kir
1. Festîvala Hunerî ya Silêmaniyê dest pê kir
1. Festîvala Hunerî ya Silêmaniyê dest pê kir
1. Festîvala Hunerî ya Silêmaniyê dest pê kir
9 îlon, 2023   08:35
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li Şanoya Romanî ya li parka Hewarî Şar ya li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, yekemîn Festîvala Hunerî ya Silêmanî (Awaza Gelan) dest  pê kir.

Festîval bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdan destpê kir, piştre li ser navê komîteya amadekar ya festîvalê peyamek hate xwendin. Di peyamê de hate gotin ku ew hewl didin bi rêya festîvalê, çand û hunera kurdî bi cîhanê bidin nasîn. Hate gotin ku ev yekem festîvala hunerî û stranbêjî ya gelên herêmê ye.

Piştî wê koma Keçên Silêmaniyê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Piştî wê jinên dengbêj yên Bakurê Kurdistanê stranên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya roja yekem ya festîvalê de, koma Nîştimanî ya Çanda Iraqê, çend berhemên xwe pêşkêş kirin. Şeva dawî ya festîvalê bi stranên dengbêjiyê dawî bû.

Tê payîn di festîvalê de gelek kom û stranbêjên navxweyî derve tevlî bibin. Wê festîval heya 11’ê Îlonê dewam bike.