Bîlançoya erdheja li Mexribê giran dibe

Bîlançoya erdheja mezin a li gelek bajarên Mexribê qewimî, giran dibe.

Bîlançoya erdheja li Mexribê giran dibe
9 îlon, 2023   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Mexribê ve hatî dayîn, di erdheja ku şeva Înê çêbûyî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 632’an.

Hat diyarkirin ku herî kêm 329 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa 51 ji van giran e. Di bîlançoya berê de hatibû diyarkirin ku nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. Fikar heye ku bîlanço hîn girantir bibe.