Li Qamişloyê ji bo 3 cangoriyên azadiyê merasîmê sersaxiyê

Ji bo şervanên QSD′ê Diyar Hesen (Herekol Qamişlo) û Raşid Îbrahîm (Agirî Qamişlo) yên di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûne û şervana YPJ′ê Zulfiya Bînbîr (Rojna Egîd) ya ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.

8 îlon, 2023   13:36
QAMIŞLO

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî, hêzên ewlekariyê û malbatên şehîdan jî di nav de, şêniyên kantona Qamişlo herikîn bin konê sersaxiyê yê şervanên QSD′ê Diyar Hesen (Herekol Qamişlo) û Raşid Îbrahîm (Agirî Qamişlo) yên di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûne û şervana YPJ′ê Zulfiya Bînbîr (Rojna Egîd) ya ku 1′ê Îlonê  di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Merasîmê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsîxan Gulo axivî û berxwedana QSD′ê ya li Dêrazorê silav kir. Şemsîxan Gulo got: "Ciwanên ku derxistina fitneyan di navbera gelên xwe de qebûl nekirin, bi rihê fedaî tev li berxwedana li Dêrazorê bûn û gihaştin şehadetê."

Şemsîxan Gulo xîtabî malbata şehîd Rojna kir û got: "Rojna keça gelê Kurd, Ereb û Suryan e, keça gelên berxwedêr e."

Şemsîxan Gulo di dawiya axaftina xwe de got: "Divê em piştgiriyê bidin şervanên xwe. Fitne û komplo li dijî gelê me hene. Divê em xwedî li şoreşa xwe û projeya xwe ya demokratîk derkevin, divê em teslîm nebin da ku vê qonaxa hebûn û nebûnê derbas bikin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî got, bi saya fedakariyên şehîdan û ramanê rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan dê di hemû pêvajoyan de serketinê pêk bînin.

Nezîr Sofî soza da malbatên şehîdan ku dê di rêya parastina rumeta gel de heta dawiyê tê bikoşin û her wiha got: "Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku em ê ji bo parastina gelê xwe û dayik û bavên şehîdan ji komplo û êrişên dijmin bibin mertalên xurt.′′

Di merasîmê de endamê PYD′ê Ebdulkerîm Ebdurehman jî  got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku ev gel di parastina rûmet û nirxên xwe de bi îsrar in. Ewldanê vê xakê bi tevahî pêkhateyên xwe bi hev re dijîn, lê dijmin hewl dide hevgirtina pêkhateyan xirab bike."

Endamê Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şeha Emîn di kesayeta her sê şehîdan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û operasyona QSD′ê ya ′Xurtkirina Ewlehiyê′ silav kir.

Şeha Emîn got: "Ne ji berxwedana şehîd û şervanên me bûye em îro di bin vî konî de kom nedibûn. Şervan û şehîdên me ji bo parastina rûmeta tevahî gelan bedena xwe kirin mertalên zindî."

Rêveberê TEV-DEM′ê Ayîd Îbrahîm jî têkoşîna şervanên QSD′ê ya li hemberî hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de silav kir.

Di dawiyê de wesîqeyên her sê şehîdan hatin xwnedin û bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re radestî malbatên wan hatin kirin.

(bb)

ANHA