Şervanên Minbicê êrişeke bejahî ya fireh têk bir

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişeke bejahî ya fireh ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî bakur-rojavayê Minbicê pêk anî, têk bir û bi dehan çete kuştin û alavên wan rûxandin.

Şervanên Minbicê êrişeke bejahî ya fireh têk bir
8 îlon, 2023   05:33
MINBIC

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Minbicê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirekr di saetên derengiya şeva berê de êrişeke bejahî ya fireh li bakur-rojavayê Minbicê pêk anî, tevî wê jî top û moşek bi dijwarî dihatin avêtin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker da û encamê de heta saetên berbangê pevçûn rû da.

Çeteyan êrişî gundên Ereb Hesen, Muhsenlî, Toxar, Um Edese û Um Cilod ên li bakur û rojavayê Minbicê kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku şervanan bersiva êrişan da û di encamê de bi dehan kuştin û birîndarên çeteyan çêbûn û gelek alavên pê êriş kirine wêran kirin.

Di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li başûrê Cerablusê de bakur û rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Ji 27′ê Tebaxê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Şehba, Minbic, Eyn Îsa û Til Temirê zêde kirine. Ew êriş hemwextî Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku QSD′ê li dijî şaneyên veşarî yên DAIŞ′ê, bazirganên hişbirê û sûcdaran pêk hatin.

(fr)

ANHA