ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-9-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-9-2023
7 îlon 2023   23:00

Endamê Koordînasyona Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku li girtiyên siyasî "cezayên dîsplînî" nayên birîn, berovajî wê mafên wan ên peywendiya bi cîhana derve re, temaşekirina kanalên ragihandinê û hevdîtina bi parêzer û malbatê re, hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspî û serokeşîrên Tebqayê piştgiriya operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya QSD'ê kir û bang li rûspî û serokeşîrên Dêrazorê kir ku guh nedin fîtneyên hin aliyan ku dixwazin li dijî projeya neteweya demokratîk derxin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê banga parastina avahiyên xizmetguzariyê kir. Her wiha destnîşan kirin ku destkeftiyên di 5 salan de hatine bidestxistin, pergalên herî mezin nikarin wê di vê demê de bi dest bixie. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevan û mudirê navenda “Ragihandinê ya Serhildana Siwêdayê” Murhef El Şair diyar kir ku bersivandina bangên lidarxistina xwepêşdanê, zêde dibin. Her wiha destnîşan kir ku armanca xwepêşandanan, guhertin û avakirina hewayeke neteweyî ya demokratîk e û got çareserî, di avakirina dewleteke sivîl a demokratîk de nixumandî ye. (BI WÊNE)

Pêkhateyên kantona Efrîn û Şehbayê diyar kir ku bi hevgirtin û yekitiya gelan wê hemû planên dagirkeriyê têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Amadekar a 6. Mîhrîcana Govendan a Şehîd Ronahî bi govendên xwe yên destan û folklora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tînin ziman, amadekariya destpêka mîhrîcanê di 16'ê vê Îlonê de dike.Wehîbe piştî kedeke mezin xewna xwe pêk anî û dîwana xwe ya yekem bi zimanê Kurdî ya bi navê "Êş û kul ji kaniya dil" çap kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo piştgiriya QSD`ê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo şahiyekê li qada Cibênat li pêşiya hola Talêt Heleb a taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Cizîrê sersaxî didin malbatên şervana YPJ`ê Rojna Egîd, şervanê QSD`ê Agirî Qamişlo û Herekol Qamişlo ku merasîma sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan tê lidarxistin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê, şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku di bersivandina êrişên çeteyên dewleta Tirk de şehîd bûbûn oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)