ANHA′yê zirarên topbananên li dijî Minbicê şopandin

Kamereya ajansa me bi wêne û dîmen zirarên topbaranên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarên bajarê Minbicê şopandin.

7 îlon, 2023   12:43
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê êrişên xwe zêde kirin, yekser malên welatiyan hedef girtin. Di êrişên xwe de tevahî çekên giran; moşek, obîs, hawin û topavêj bi kar anîn.

Di topbarana dijwar a li dijî wan gund û bajarokan de 5 welatî şehîd bûn; ji wan 4 zarok ji heman malbatê ji gundê Muhsenlî ne û 6 welatî li gundên Tehnê, Ewn Dadat û Ereb Hesen birîndar bûn, ji wê zêdetir jî zirarên mezin bi mal û milkên welatiyan de bûn.

Ajansa me nêrînên şêniyên bajarokê Erîme ku 5 kîlometre ji eniya şer ve dûre û gelek top li gund ketin, girtin. Şêniyan diyar kir ku ew ê li gundê xwe, ruxmî topbarana dijwar, li ber xwe bidin.

(fr)

ANHA