Li dijî şêniyên li Efrînê mane koçberiya di bin gefa çek de

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li dijî şêniyên li Efrîna dagirkirî mane, siyaseteke nû dimeşînin ku di bin gefa çek de, wan koçber dikin.  Her wiha mulkiyeta mal, zeviyên zeytûnê ji şêniyên 3 navçeyên kantona dagirkirî, desteser kirin.

Li dijî şêniyên li Efrînê mane koçberiya di bin gefa çek de
7 îlon, 2023   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku serçeteyê bi navê "Ednan El Xiwêlid" ê Sultan Murad li navçeya Bilbilê di bin gefa çek de û bi hiceta yan nimêjê li mizgeftan bikin yan jî ji gundan derkevin, şêniyên hin gundên navçeyê koçber kirin.

Her wiha, çeteyên Sultan Murad mulkiyeta zeviyên zeytûnê yên xizmên koçberkirî yên şêniyên gundên navçeyên Bilbilê, Şera û Mabeta desteser kirin, bi taybetî li gundên Qurnê, Qirigolê, Sêmalka, Kotana, Qestel Kişik, Eyn Hecer û Qere Tepe.

Çavkaniyan destnîşan kir ku serçeteyê bi navê "Ednan El Xiwêlid" dest daniye ser 35 hezar darên zeytûnê yên şêniyên koçberkirî yên gundê Omer Simo yê navçeya Şera.

Berê çavkaniyan ji ajansa me re destnîşan kiribûn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên resen ên Efrînê û xizmên wan neçar dikin ku mal û milkên xwe bidin malbatên çeteyan.

(mh/şx)

ANHA