QSD′ê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin

QSD′ê nasnameyên 2 şervanên xwe ku di paqijkirina bajarokê Zîbanê yê li rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûne aşkera kirin û soz da ku ew ê li hember her kesê fitneyan derxin û îstîqrara herêmê têk bibin bisekinin.

QSD′ê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin
7 îlon, 2023   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê têkildarî şehîdbûna 2 şervanên xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me, QSD′ê di Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya li Dêrazorê li dijî şaneyên rêxistina ′DAIŞ′ê′ ya terorîst, sûcdar, bazirganên hişbirê û endamên çete yên girêdayî saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîmê daye destpêkirin de ewlehî û îstîqrar li tevahî bajar û bajarokan vegerand.

Hêzên me di serketina operasyonê de xwe spart desteka eşîrên herêmê û fedakariya şervanên me di serdegirtina terorîst, çete û sûcdaran de. Wan şervanan di paqijkirina herêmê de lehengî û fedakarî raber kirin.

Di operasyona paqijkirinê de 2 şervanên me Diyar Ebdulmecîd Hesen (Herekol Qamişlo) û Raşid Mihemed Îbrahîm (Agirî Qamişlo) şehîd bûn.

Em sersaziyê ji malbatên her du şehîdan û hemû malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soz didin ku armancên wan ên parastina ewlehiya herêmê bikin û li hember her kesên hewl didin fitneyan derxin û îstîqrara herêmê têk bibin, bisekinin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Herekol Qamişlo

Nav û paşnav: Diyar Ebdulmecîd Hesen

Navê bav: Ebdulmecîd

Navê dayikê: Dildar

Cih û dîroka jidayikbûnê: Amir Kebîr (Mezin) /2001

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban/05.09.2023

Navê tevgerî: Agirî Qamişlo

Nav û paşnav: Raşid Mihemed Îbrahîm

Navê dayikê: Menîfe

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Delawiyê/1996

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban/05.09.2023."

(fr)