Di roja 19′an de xwepêşandanên Siwêdayê dewam dikin

Şêniyên Siwêdayê di roja 19′an de xwepêşandanên xwe bi bangên çareseriya siyasî li welat li gorî biryara 2254′an û geşkirina têgeha nenavendîbûnê dewam dikin.

Di roja 19′an de xwepêşandanên Siwêdayê dewam dikin
7 îlon, 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê di roja 19′an de xwepêşandan dewam dikin. Ji saetên sibehê ve bi diruşmên "Gelê Sûriyeyê yek e", "Gel dixweze rejîm hilweşe" şêniyên gund, bajarokên Siwêdayê û bi jin beşdarî xwepêşandanên li qada Kerame bûn.

Xwepêşandêran di xwestekên xwe de ′rakirina Esed′, ′Pêkanîna biryara 2254′an′,′geşkirina têgeha nenavendîbûnê′ berz kirin.

(fr)