Al El Beyt: Ji kevn ve Ereb, Kurd û hemû etnîk di xendekê de ne

Mecisa Weqfa Al El Beyt li Kobanê di pêkanîna ewlehî û îstîqrarê de piştgirî da QSD′ê û got ji kevn ve Ereb, Kurd û tevahî etnîk di xendekê de ne.

Al El Beyt: Ji kevn ve Ereb, Kurd û hemû etnîk di xendekê de ne
7 îlon, 2023   12:10
KOBANÊ

Meclisa Weqfa Al El Beyt li Kobanê bi daxuyaniyekê piştgirî da QSD′ê di pêkanîna ewlehî û îstîqrarê de, fitne û kiryarên talankirinê red kirin.

Hevserokê Meclisa Weqfê Mihyeedîn El Elî li pêş saziya olê ya li herêma Firatê ya li Kobanê daxuyanî xwend.

QSD′ê di 27′ê Tebaxê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ′ê, bazirganên hişbirê û sûcdaran Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ da destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew rewşa li Dêrazorê ji nêz ve dişopînin, bi taybet piştî xwestekên piranî eşîran û îsrarkirina wan a destwerdana QSD′ê da ku parastina rûmeta eşîr û şêxên wan ji binpêkirinên li Dêrazorê bikin.

Meclisê di daxuyaniyê de anî ziman ku bersivdana QSD′ê ji xwesteên eşîran re hin aciz kirin, bi wê re hin kesên ji ber eşîran ve diaxivin derketin û hewl da ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin. Meclis van kiryarên dermirovî şermezar dike û piştgiriyê dide xwestekên eşîran ên parastina ewlehî û îstîqrarê bi rêya operasyona QSD′ê.

Meclisê bang li eşîran kir ku xwe ragirin û nekevin xefka kanalên bi piştevaniya dewleta Tirk û alavên wê û got ew li dijî her aliyekî derve û hundir ku hewl didin ewlehiyê têk bibin. Ji ber ku Ereb û Kurd ji kevn ve di yek xendekê de ne.

(fr)

ANHA