Şêniyên Reqayê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir

Şêniyên Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Hesen El Mihemd li goristana şehîdan oxir kir û soza parastina şoreşa azadî û rûmetê da.

Şêniyên Reqayê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Reqayê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Reqayê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Reqayê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Reqayê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
7 îlon, 2023   11:40
REQA

Şêniyên Reqa û gundewarên wê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî li goristana şehîdan a li mezreya Hikumiyê kom bûn û şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Hesen El Mihemed li goristanê oxir kir.

Di merasîmê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Eyn Îsayê Ebdulhey El Hesen axivî û wiha got: "Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê sersaxiyê ji hevrê û malbata şehîd Hisên re dixwazin. Em soz didin gel û şêniyên xwe ku parastina şoreşa azadî û rûmetê bikin."

Dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê, Nûra El Ebid axivî û wiha got: "Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, dayik û hevjînên şehîdan em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Şehîdan di oxira parastina welat de canê xwe da. Em soz didin ku heta serkeftinê li ser şopa wan bin."

Merasim bi xwendina wesîqeya şehîd bi dawî bû.

(fr)

ANHA