Şervanên Minbicê 5 çeteyên Tehrîr El Şam kuştin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di hewldana ketin û êrişa li dijî nuqteyên meclisê li gundên bakurê Minbicê de 5 çete kuştin.

Şervanên Minbicê 5 çeteyên Tehrîr El Şam kuştin
7 îlon, 2023   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam(Cebhet El Nusra ya berê)" careke din hewl da êrişî nuqteyên meclisê li gundê Ereb Hesen ê li bakurê bajêr bikin.

Navendê diyar kir ku hêzên meclisê bersiva hewldana wan da, 5 çete kuştin û 11 birîndar kirin. Çeteyan çek û cebilxaneya xwe hiştin.

Vê sibehê nûçegihanê me daxuyand ku hewldana ketine gundên Minbicê ji hêla çeteyan de hebû, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew hewldan têk bir.

Ji dema QSD′ê di 27′ê Tebaxê de Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li Dêrazorê li dijî şaneyên veşarî yên DAIŞ′ê, sûcdar û bazirganên hişbirê daye destpêkirin ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi tundî êrişên bejahî li dijî Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê pêk tînin.

(fr)